Qomandariya pêşmergeyan ya herêma Kurdistanê îqaz kir ku, ordiya 'Iraqê teyarên bêînsan, neşîne herêma ku pêşmerge lê bicîh bûne. Di beyanê de wiha hat gotin “Ji bo ku rageşî û pevçûnek îhtîmalî neqewime, bila tu teyarê bêînsan, neyê şandinî devera ku pêşmerge lê bicîh bûne.”
Sekreterê wezareta pêşmergê Cebbar Yawer wiha îfade kir “Di 18ê Kanûnê de, du teyarên bê însan yên qomandariya hêzên hewayî ya 'Iraqê, ji ber ku li bakurê Kerkûkê li devera Kanî Dûmanê geriyane, hêzên pêşmerge, gullên îqazê berra wan dane. Berdana îqazê ne qirara qomandariya pêşmerge ya berî niha buye. Îqaz tepkiyên hêzên li wir bû ye.”
Ji hêla hikûmeta merkeziya 'Iraqê ve, tu beyan nehat kirin. Berî niha di 16ê Mijdarê de, ordiya Dîcleyê ya 'Iraqê xwestibû ku li Tûzxormatûyê bicîh bibe. Ji ber vê yekê jî di nava ordiya Dîcleyê û hêzên Pêşmergeyê de niqaş û rageşî qewimîbûn.
Li aliyê din serekcimhûrê İraqê Celal Talabanî, felca qismî dîtibû û ji bo tedawî û dermankirinê, do wî rakiribûn Berlîna Elmanyayê. Hat îfade kirin ku tedawiya dewam dike, wê heta kengî li Elmanyayê bimîne jî ne diyar e.
Bangaheq