Barzanî ligel partiyên Kurdistanî dicive

Barzanî ligel partiyên Kurdistanî dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku biryare sibe serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serok û nûnerê aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive. Endamekî polîtburoya YNKê jî got: “Kurd li benda şanda danûstandinê bûn, lê tank ji me re hatine.”

Endamê polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm ji Rûdawê re ragihand ku bi armanca guftûgokirina çend pirsên taybet li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, biryare sibe serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serkirde û nûnerê aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive. Navbirî bal kişand ser wê yekê ku oposizyon jî wê beşdar bibe. Hekîm bilêv kir ku şandina şandeke bo Bexdayê mijareke din a wê civînê ye.

Endamê polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Mufî di hevpeyvînek ligel rojnameya ‘Meda’ ya Iraqî de got: “Şirîkîtiya ligel proseya siyasî tê wateya vegera bo destûrê û hemahengiya navbera tevayî aliyên siyasî de. Herwiha li ser deshilatdaran pêwîste ku bizanin deshilat tiştekî demkî ye û nabe tekane bê rêveberin.”

Mûftî eşkere kir ku piştî du şandên Kurdistanê serdana Bexdayê kirin ku nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistan û partiyên Kurdistanê dikir, “Em li benda wê yekê bûn Hevpeymaniya Nîştîmanî serdana Herêma Kurdistanê bike. Lê tank û hêz şand, ev jî kiryarên rejîma berê têne bîra me.”

Ednan Mûftî wiha got: “Biryare di çend rojên bê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serok û nûnerê tevayî partiyên Kurdistanî bicive. Ji bo bigihin nêrînekî hevgirtî û dirûstkirina şandek ji bo serdana Bexda bike û ligel aliyên siyasî yên Iraqê bicive.” Mûftî diyar kir ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê yek dîtin û yek helwest hene, ew jî divê dirûstkirina fermandariya operasyonên Dîcle û hemû deshilatên wê bê hilweşandin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare
Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî