Barzanî: Neşandina meaş, îlankirina şer e li dijî Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê neşandina meaşê fermanberên Herîma Kurdistanê de ji aliyê Bexdayê ve got: 'Em vê mijarê wek ragehandina şer li dijî xelkê Kurdistanê dibînin.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê neşandina meaşê fermanberên Herîma Kurdistanê de ji aliyê Bexdayê ve got: 'Em vê mijarê wek ragehandina şer li dijî xelkê Kurdistanê dibînin.’‘

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyê li İraqê Faruk Kaymakçi kir. Di hevdîtinê de rewşa niha siyasî û ewlekariyê ya İraqê, pêşhateyên parêzgeha Enbar û çend navçeyên din, proseya siyasî û hilbijartinên dahatû yên welat hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî li ser dosya şandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê got: “Herêma Kurdistanê yek gav jî li dijî destûrê neavêtiye û evna mafekî destûrî yê me ye ku di warê petrolê de kar bikin.”

Barzanî sedema têkçûna pêvajoya siyasî û ewlekariyê li Iraqê bi siyaseta şaş a desthilata Iraqê ve girêda û herwiha ferzkirina ambargoyê û nedana meaşê karmendên Herêma Kurdistanê û neşandina budceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve wek karekî neyasayî li qelem da û got: 'Mafê tu kes û desthilatekê nîne ku tevlî meaşê xelkê bibe û ew kar dijî yasayan e û em vê mijarê wek ragehandina şer li dijî xelkê Kurdistanê dibînin.’‘

Di derbarê peywendî û hevpeymaniya di navbera Kurd û Şî’eyan de jî di wan çend salên borî de Barzanî tekez li ser peywendiyên dîrokî û manewî yên di navbera Kurd û Şî’eyan de kir û ragehand ku tu pirsgirhekeke gelê Kurdistanê ligel Şî’eyan nîne, tenê pirsgirêk tevgera û helwêsta desthilatdarên Bexdayê ye.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar