Ji bo daxistina tansiyona di navbera herêma Kurdistan û îdara Malikî de, hewl û têkilî tên kirin. Feqet rewşa rageşiyê daneketiye. Hêzên pêşmerge li deverên pirsgirêk di mewzî û çeperande ne. Bi emrê Mesûd Barzanî di alarmê de ne.
Serekê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi refaqeta şêwirmendê konseya Ewlekariyê kurê xwe Mesrûr Barzanî, li Kerkûkê di çeperan de teftîş û kontrola pêşmergeyan kir. Meqseda Mesûd Barzanî ew e ku biçe zozanê çiyayê Hemrînê û li wê derê jî serdana pêşmergeyan bike û rewşa ewlekariyê, ji nêzîk ve teqîb bike.
Her çiqas li Bexdayê xebatek ji bo normalîzekirina têkiliyên Kurdistanê û İraqê tê kirin jî, belê kurd baweriya xwe bi soz û ehdên serokwezîr Nûrî Malikî naynin, û dixwazin bi hêza xwe ya eskerî û piştgiriya miletê kurd, Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanê, ji destdirêjiyên îdara Bexdayê biparêzin.
bangaheq.net