Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel Mesut Barzanî, pêşniyara Rêberê Şîiyan Mukteda es Sadr a li Necefê bi Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî re hatina cem hev red kir.
Nakokiya di navbera Herêma Kurdistana Federel û hikumeta navendî a Iraqê de, ji bo ku bi rê û rêbazên diyalog û mizakereyan bêne çareserkirin, Rêberê koma Şîiyên li Iraqê Mukteda es Sadr, Serok Barzanî û Nurî Malîkî vexwende bajarê Necefê ku her du aliyan bîne cem hev lê, Serok Barzanî ev vexwendina Sadr qebûl nekir.
Berdevkê Serokatiya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel Umît Sabah, li ser malpera Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel a fermî daxuyaniyek belav kir. Sabah diyar dike ku, nameya Mukteda es Sadr gihaştiye wan lê Serok Barzanî wê beşdarî vê dawetê nebe.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî a Kurdistana Federel de tê îfadekirin ku, ev pirsgirêkên ku rûdidin ne ji meseleyên şexsî ne û wiha dewam dike: "Ev pirsgirêka bi şêweya rêvebiriya welêt re eleqedar e. Sedema qeyrana ku îro em dijîn, li ser esasê makezagonê û peymanên ku di navbera aliyan de yên ku hatine mohrkirin nesekinandin e. Ez dixwazim vê jî diyar bikim ku, Serok Barzanî, bi dîtina brayê xwe Sadr her tim bextewar dibe." Rojevakurd