Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li qada siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin guftûgo kirin.

Her di vê civînê de Balyozê nû yê Brîtanya pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksazî û çalaktir kirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û hebûna hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqî bi erênî wesif kir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwest.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn