Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selaheddînê pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijdin li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her wisa di vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"