Barzanî pêşwaziya Konsolê nû ya Amerîka li Hewlêrê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Robert Palladino Konsolê nû yê Amerîka li Hewlêrê kir.

Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de Robert Waller Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de Konsolê nû yê Amerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêze û Amerîka herdem rêz ji bo îrade û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Amerîka bi dilgiraniyê ve temaşa gefa siyasî û emnî ya li ber Iraqê dike.

Her di vê civînê de tekez li ser prensîpên pêkvejiyan û azadî û wekhevîxwaziyê ya wekî bingehek ji bo aramî û geşkirinê kir.

Di vê hevdîtinê de Barzanî spasî erk û keda Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêrê kir û heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Amerîka li erk û karên wî da xwest.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe