Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danûstandinên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber bi cîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî di hevdîtinê de tekez li wê yekê kir ku Neteweyên Yekgirtî hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê dide ku li diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danustandinan û bi desthatina çareseriya guncav ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.

Barzanî jî piştgîriya xwe ji bo diyaloga berdewamiya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya li çarçêweya destûrê de ragihand û eve jî dûpat kir ku eger li salên derbasbûyî de destûr wekî xwe bihata bi cîh kirin gelek ji wan kêşe û giriftan nedibûn ku niha li navbera her du aliyan de hene.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e