Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nurî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û şandeke li gel kir.

Di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya li ser asta Iraq û navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.

Her wisa di civînê de ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo hilbijartin bibê sedema aramî û rasterêbûna proseya siyasî, pêwîste hilbijartin di dema xwe de bêne encamdan û mîsogeriya ewe jî hebê ku hilbijartineke pak û azad û dadperwerane li jîngeheke aram û dûrî li destkariyê birêvebiçê û her wiha hemû aliyek jî rêz li encama hilbijartinan û îradeya gel bigrin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"