Barzanî pêşwaziya Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kir

Serokê Partîya Kurdistana Demokrat Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Humêd Deham Elhadî Şêx û Serokê Hoza Şemmer li Sûriye kir.

Hevdîtin doh li Selahaddînê hat kirin. Di hevdîtinê de piştî danustandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriye her du alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û peywendiya dêrîna di navbera wan, tekez li ser bi hêztir kirina peywendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên dinên li Sûriye û bi taybetî li navçeya Cizîrê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Barzanî bi dil ve behsa rewşa xerap ya Sûriye kir û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî giştgîr hebê ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriye ji wê êş û tengasiyên ku çend sale li holê daye. Her wiha Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî wekî bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya xelkê navçeyê bi pêwîst zanî.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qezaya trafîkê de doktorekî jiyana xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê şeş ​​kesên firarkirî ku ji ber sûcên cûrbecûr dihatin lêgerîn, hatin girtin
Weqfa Êtîman li Kenyayê emelîyeta Kataraktê pêk anît
Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin
Teqemenîyên ku li Xezzeyê neteqîyane can digrin