Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir

Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir

Di civînê de li ser guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên Iraqê sekinîne û di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên pêşerojê, gefên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîne.

Her wiha di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zelal kirin û hemahengiya di navbera wan de ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê weke bingeheke hat zanîn.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyan de jî hatin nîqaşkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Salih piştî hevdîtina ku kir re vêcar jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"