Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Cewad Zerîfê Wezîrê Derve yê Komara Îslamiya Îranê û şandeke li gel kir.

Şandaya digel Zarîf ji Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û Nesrulla Reşnûdî Konsolê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê û Mehdî Şuşterî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Silêmanî û hejmarek ji karbidest û şêwirmendên Wezareta Derveya Komara Îslamiya Îranê pêk dihat.

Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û êrîş û gefên li ber Iraqê guftûgo kirin. Her wiha Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Bi heman awayî di civîna ku hat kirin de di derbarê rêyên ji bo gihîştina bi aramiya Iraqê û navçeyê û rûbirûbûna terorê û tundiyê de danustandina bîr û ramanan hat kirin û tekez jî li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina wan peywendiyan hatin kirin.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn