Barzanî: Pêwîstiya me bi hêzên biyanî tine lê me çek divê

Mesud Barzanî: Pêwîstiya me bi hêzên biyanî tine lê me çek divê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li civaka navdewletî kir çavkaniyên darayî yên DAIŞê hişk bikin û ji bo şerê li dijî wê koma radîkal çekên nû bidin Kurdistanê.
 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara almanî ya bi navê Focusê ku roja duşemê (18ê vê mehê) tê belavkirin, ragihandiye ku DAIŞ bi firotina neftê rojane 3 milyon dolaran bidest tîne.
 

Barzanî her wiha eşkere kiriye ku DAIŞê li Mûsilê û Tikrîtê dest daniye ser zêdetirî yek milyar dolar pereyê Iraqê.
 

Serokê Herêma Kurdistanê  aniye ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda alîkariyên mirovî yên zêdetir ji hikûmeta Almanyayê ye. Jixwe Almanya pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmerge re dişîne.
 

Mesûd Barzanî têkez kiriye ku pêwîst nîne hêzên biyanî werin Kurdistanê û li dijî DAIŞê şer bikin ji ber ku li Kurdistanê şervanên mêrxas û bihêz hene lê pêwîstiya Kurdistanê bi çekên nû û pêşketî heye.
 

Li gorî agahiyên Barzanî, DAIŞê piştî ku Mûsil girt dest danî ser çekên giran ên 5 tabûrên artêşa Iraqê.
 

Barzanî gotiye ku pêwîstiya hêzên Pêşmerge bi meşq û perwerdê heye her wiha herî zêde çekên antî-tank lazim in.

Rûdaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"