Barzanî: Taloqkirina referandûma serxwebûnêne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê ye

Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî destnîşan kir zêdetir taloq nikare ji bo referandûma serxwebûnê bê kirin û ew taloqkirin dê ne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê be.

Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ji Kovara Foreign Policyê re roportaj da. Barzanî di hevpeyvîna ku da kobarê de di derheqê serxwebûna Kurdistanê de nirxandinan kir.

“Referandûm tememê xelkê Herema Kurdistanê eleqedar dike”

Barzanî di hevpeyvîna ku da de destnîşan kir referandûm mafê yasayî ya xelkê Kurdistanê ye û wî vê yekê ji Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Abadî re jî gotiye. Barzanî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Referandûm tememê xelkê Herema Kurdistanê eleqedar dike. Ji ber vê yekê ev mesele li ser temamê lihevnekirinênên partîyî û siyasî ye. Heqîqeten exlebeyê xelkê Herema Kurdistanê terefarê kirina referandûmê ye.”

“Taloqkirina referandûma serxwebûnê  ne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê ye”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de qala dîroka referandûmê kir û wiha got: “ Berî niha me çendîn caran xwest ku referandûmê bikin, lê şert û merc firset nedan. Encax taloqkirina referandûma serxwebûnê  ne li gor berjewendiya xelkê Kurdistanê ye. Di ser de ew ev yek tesîreke neyînî li dahatûya xelkê bike. Ji ber vê yekê ji bo referandûmê wextê herî baş niha ye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin