Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re ku ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên pêk tê, gihiştine bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Barzanî bi cilê kurdî serdana Amedê dike û xelkê bi zimanê kurdî pêşwaziya Barzanî kir.
Barzanî îro sibehê di rêya deriyê Îbrahîm Xelîl yê sînorî re derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li wir ji aliyê parlamenterên Kurd û waliyê Şirnexê ve hate pêşwazîkirin û bi kurdî bi xêrhatina wî kirin.
Herwiha xelkê Bakurê Kurdistanê li ser sînor bi slogana “Serok tu bi xêr hatî” pêşwaziya Barzanî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, bi hevlatiya hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer diçin bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê.
Barzanî wê li Amedê digel Erdogan bicive û bihev re çend projeyan bekin û tevlî şahiya bûk û zavayan bibin.