Bi munasebeta salvegera 1442an ya pêxemberê ummetê, li welêt di dawiya hefteyê de li gelek navçe û bajaran bernama mewlûdê hatin li darxistin. Xisûsen li Şirnex, Batman, Bîngol, Wan, Mûş, Agirî, Konya û Bûrsayê coşaên mezin hebûn.
Li Batmanê bi sed hezaran evîndarên pêxember, digel germa zêde jî herikin meydana mewlûdê. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Mela mahmût Benzer Quranê tîlawet kir. Pey re hunermend û zarokên biçûk, ilahiyên xwe hunirandin. Cezb û coş, tekbîr û selewat, heta dawiya bernama mewlûdê kêm û qut nebûn.
Pêşkêşvanên bernamê di gotinên xwe de, gelek cara malavahiya xelkê evîndarên Pêxember kirin ku, di wê germ û zehmetiyê de hezkirin û îtaat û beyata xwe yên ji pêxember re nîşan dane.
Mela Beşîr Şîmşek di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de da zanîn ku, naskirin û pêgirtiya hz Resûlûllah pir muhîm e. Do kesên bi pêxember re çawa ezîz û serbilind bûne, îro jî kesên li dû pêxember ji zilletê xelas dibin û xwedî îzzet dibin. Paşê dîsa îlahî hatin hunirandin. Nivîskarê qezeta Doğruhaberê Mehmet Yavûz, li ser heyata pêxemberê me xeber da û îfade kir ku, hz Resûlûllah bi şexsiyet û lîdertiya xwe, ji însaniyetê re rêber e. Di bernamê de helbesta Sumeyye Çelîka canfîdayê Resûlûllah jî, ji dengê wê hat dayîn. Millet zêde hestiyar bû.
Millet teweccuhek zêde û mezin nîşanî bernama mewlûdê dan. Ji bo bernama geş, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ji ber hewa germ, kesên ku nerihet dibûn, di konên sihhetê de ji teref wezîfedarên dildayê pêxember ve dihatin muaynekirin. Bername ji teref Mela Osman Teyfûr ve, bi xwendina duayê bi dawî bû. bangaheq