Bavê Mehkûmekî Din, Bi Hesreta Kurê Xwe Rehmet Kir

Ebû Zeyt Gumuş, li Nisêbînê dijiya. Kurê wî Ziya Gumuş, ev serê 15 sala ye ku, ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî di hepsan de ye.

 Ebû Zeyt Gumuş, li Nisêbînê dijiya. Kurê wî Ziya Gumuş, ev serê 15 sala ye ku, ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî di hepsan de ye.

Ziya Gumuş jî ji ceza sirgûnê nisîbê xwe girtibû û ji hepsa Diyarbekir wî şandibûn hepsa Tokatê. Bavê wî xalê Ebû Zeyt Gumuş, ji qelb û qanserê nexweş bû. Nikaribû biça ziyaret û serdana kurê xwe. Digel muracaet û xwestinê, sewka kurê wî derneket hepseke nêztir.

Xalê Ebû Zeyt ev serê çendakî bû li nexweşxana Mêrdînê tedawî didît. Hat gotin ku, do bişev çûye ber rehma Xweda. Xalê Ebû Zeytê 57 salî jî, bi hesreta kurê xwe wefat kir. Cenaza wî, ji teref meriv û muhîbên wî ve, li mezergeha Hacilarê hat definandin.

Niha tê meraqkirin ku, gelo wê rayedar ji bo hatina teziyê îznê bidin kurê wî Ziya Gumuş yan na. Wekî tê zanîn kesên stûqalind, bersûc û mehkûmên Ergenekon û Balyozê, ji hepsê diçin teziyên xwe, bi rojan jî dimînin. Ergîn Saygûnê mehkûmê doza balyozê, ji ber ameliyata qelb bi qirara şevê tê berdan, serekwezîr jî ziyaret dike. Kesên diz û sûcdarê fihûş û xerabiyan, xwedî heq in li Tirkiyê, lê mixabin kesên dîndar ji heq û hiqûqê nikarin îstîfade bikin. Fîkret Bayram 14 sal e ku, di hepsan de ye. Wîcûda wî ji sedî 92 bi rapor nalebite. Nayê berdan. Li serekcimhûr dikare mehkûmê din berde.

Merivên mehkûmên dîndar îfade dikin ku, Xweda zulm û neheqiyê qebûl nake û ji zaliman re jî nahêle.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar