Bazirganiya navbera Herêma Kurdistan û Îranê 11 milyar dolar e

Balyozê Îranê yê li Herêma Kurdistanê Hûseyîn Ûzeyîmî da zanîn ku Li Herêma Kurdistanê 400 şirketên Îranê hene û bazirganiya navbera her du aliyan de jî 11 milyar dolar e.

Şandeke karsazên bajara Arak ê Îranê ji bo ku beşdariya 8emîn Fuara Bazirganî ya Navneteweyî ya Hewlêrê bibin, bi serokatiya Ûzeyîmî digel Serokê Odeya Bazirganiyê yê Hewlêrê Dara Celî Hayat civiyan.

Hûseyîn Ûzeyîmî di wê civînê de ragihand ku ew amanc dikin ku têkiliyên xwe ên digel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin û got; “Têkiliyên me ên bazirganiyê pir baş in, ji %60ê bazirganiya Îranê ya digel Iraqê, digel Herêma Kurdistanê ye. Hecmê bazirganiya me a salane jî nêzîkî 11 milyar dolar e. Li Herêma Kurdistanê 400 şirketên Îranê hene. Herêma Kurdistanê ji bo me pir giring e û em dixwazin hem têkiliyên xwe ên cîrantî û hem jî yên aboriyê bihêztir bikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin