Bêjerên jin ên Misrê êdî dikarin bi kefiyê pêşkêşvaniyê bikin

Bêjerên jin ên Misrê êdî dikarin bi kefiyê pêşkêşvaniyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Misirê êdî jin dikarin li ser televizyona dewletê piştî 50 salan bi kefî derkevin li ser ekranê. Roja yekşemê bêjara bi navê Fatma Nabil di nûçeyên nîvro yên televizyona fermî ya Misirê de bi desmal derket ser ekranê û bi vî awayî qedexeya sekulertiyê ya ev 50 sal in serdest bû rabû.

Ji pêşkêşvanên televizyonê Mohammed Fathi diyar kir ku ev helwesta Fatma Nabil wê gelek bêjerên jin motîve bike ku desmalê bidin serê xwe lê belê hêjî gelek ditirsin dema bi desmal derkevin ser ekranê karê xwe winda bikin.

Qedexeya derketina ser ekranan a jinan a bi desmal hem di dema serokatiya Hisnî Mubarek û hem jî di dema pêşya wî de jî hebû. Herwiha gelek caran jinan di vî warî de doz vekiribûn û bi ser ketibûn lê belê birêveberiya televizyonê destûr nedabû ku ew jinên doz qezenc kiribûn bi desmal derkevin pêşiya kamerayan. Li gor agahdariyên ji televizyonê, Fatma Nabil yekem jin e ku di televizyona fermî ya dewletê de bi desmal derdikeve pêşiya kamerayan.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin