Araq maka hemî xerabiyan e. Li Tirkiyê sîstema lojîstîka zihniyeta rojavayê, bi amanca xelkê musluman ji miqeddesatên wan yên Îslamî biqetîne, exlaqê wanî Îslamî xerabike û îfsadê bike, reklam û propaganda belavkirina vexwarina araqê bi zanebûn didomîne.
Serekê Bem Bîr Sena Diyarbekir Îbrahîm Gokdemîr diyar kir ku, bi desteka îdareyên mehelî li hemî hêlên bajêr, bîraxane, meyxane û bufeyên araqê tên vekirin.
Serekê Bem Bîr Sena Konfederasyona Memûr Sena Diyarbekir Îbrahîm Gokdemîr, di vê meselê de beyanên balkêş diyar kirin. Gokdemîr wiha got “Vexwarina araqê û muptela wê, mîna dînamîtekê xistine esasê civakê. Berê li Diyarbekir hew li hinek hêlan araq dihate firotin. Niha bi desteka îdareyên mehelî, bi teşwîka belediyeyan li her hêla meyxane û bufeyên araqê tên vekirin.”
Wekî tê zanîn li nav kuçeyên Diyarbekir, firotin û bikaranîna esrarê jî, belavbûyî ye. Her wiha diz û fihûş jî exlaqê ciwanan xera dikin. Lê ne emniyet, ne jî belediye bi heqî li ser disekinin. BANGAHEQ