"Belesebeb nehiştin dayika nexweş lawê xwe bibîne"

DİYARBEKİR - Parêzeran ji ber ku Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Fyê ya Edenê nehişt dayika ku êşa qelb pê re heye lawê xwe bibîne ji rewşê re bertek nîşan dan.

Her weke ku tê zanîn dê Sultan Ulsena ku pê re nexweşiya qelb heye  ji bo ziyareta lawê xwe yê bi navê Weysî Ulsen çûbû Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Fyê ya Edenê, lê ji ber ku di qelbê wê de pîl hebû mekîneya x-reyê hişyarî dabû û ev yek jî ji teref rayedarên girtîgehê ve wek hincet hatibû nîşandan û destûr nedabûn ku Sultan Ulsen lawê xwe bibîne. Serokê Giştî yê Cemîyeta Mafên Mirovan Parêzer Mehmet Karadag ji rewşê re bertek nîşan da  û diyar kir ev yek  li rûmeta însanetîyê nehatiye.

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir dê Sultan Ulsen berî niha çendîn caran lawê xwe ziyaret kiriye lê piştî ku pîl li qelbê wê xistine nehiştine ku ew lawê xwe bibîne ku ev yek jî ne muspet e.Karadag di berdewama axavtina xwe wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dev ji hêla hiqûqî berdin û heke em ji hêla însanetîyê ve mijarê binirxînin ev yek ne di bargeha însanetîyê de ye.Dêya ku ji sedan kilometre dûrahî ji bo dîtina lawê xwe çûye girtîgehê belesebeb nehiştine ku lawê xwe bibîne. Ev yek wek însaniyetê nayê qebûlkirin.Ev yek wicdanan nerihet dike.Her çi qas x-rey hişyarî dabe jî pîrekên wezîfedar ên li wê derê dikaribûn li serê bigerin û bi vî awayî destûrê bidin wê.Ji vê yekê re tu astenga hiqûqî nîne.”

Karadag di berdewama axavtina xwe de diyar kir  divê berî her tiştî rûmeta însenetiyê li ber çavan bê girtin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Nayê zanîn ev dêya nexweş ew ê careke din lawê xwe bibîne an na? Divê kesên rayedar di vî warî de tevbigerin û tiştinan bikin.Ev şert û merc di warê însanetîyê de divê bên tetbîqkirin.Di vî warî de gardîyan, îdareya girtîgehê û dozgeriya Edenê jî  pêwîst e ku tiştên lazim bikin.”

Karadag di dawiya axavtina xwe de diyar kir  divê dev ji van kiryarên ku însanan mexdûr dikin bê berdan û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev yek dikare bê tolerekirin.Şert, merc û mewzuat diyar in.Divê di warê însanetîyê de bê fikirîn.Divê kesên ku van yekan tetbîq bikin zêdetir bi dîqet bin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye