Berdevkê Herêma Kurdistanê îddîaya hebûna Mossadê ya li herêmê red kir

Cotyar Adilê Berdevkê Herêma Kurdistanê derheqê îddîayên navenda Mossadê ya li Hewlêrê de axivî.

Di televîzyona bi navê Afaqê ya ku navenda weşana wê Iraq e de hat îddîakirin ku Herêma Kurdistanê destûr daye ku Mossad li Hewlêrê navendekê vebike.

Cotyar Adilê Berdevkê Herêma Kurdistanê  derheqê vê îddîayê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Adil di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew îddîayên ku tên kirin ji teref Kurdistanê ve tên redkirin û dû re wiha got: “Îtham û îddîayên ku tên kirin berî niha jî hatibûn redkirin. Em cardin dibêjin li Herêma Kurdistanê tu hebûna îsraîl û navendake îsraîlê tune ye. Hikûmeta Kurdistanê qanala ku vê xeberê çêkiriye û vê îddîayê anîye rojevê de dê dozê vebike.”

Berî vê çendakî jî hatibû diyarkirin ku li Hewlêrê êrîş li navenda Mossadê hat kirin ku ev yek  ji teref reydarên Herêma Kurdistanê ve hatibû redkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da