Berdevkê HUDA PARê: Ji bo dermankirina birînên erdhejê wext lazim e

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê li herêma erdhejê gerîya û erdhejzedeyan ziyaret kir.

Ramanli û heyeta pêre pêkve serdana herêmên ku lê erdhej bû sedema mirina gelek însanan û xerabûna bi hezarana malan. Ramanli û heyeta pêre derd û kulên erdhejzedeyan guhdar kirin.

Ramanli piştî ziyaretan derbarê mijarê de nirxandinek kir û got: “Divê muheqqeq ji wan sazîyên sîwîl ên ku li herêmên erdhejê xebatên alîkarîyê dikin re destek bê dayîn. Em hêvî dikin ku heta ev millet dest bide hev û bibe yek û ew ê birînên erdhejê bên dermankirin. Lê belê ji bo dermankirina birînên erdhejê wext lazim e.”

Ramanli û heyeta pêre dûre çûn aşxaneya ku ji teref Umut Kervanı, Yetimler Vakfı, Avrupa Yetim Eli û IHO Ebrar ve hatiye sazkirin û derheqê xebatên alîkarîyê de agahî wergirtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin