Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Bi gelê yê erdhejzede re hevdîtin hat kirin û rêyên çareserîyê yên teleban hatin lêgerîn

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê di nirxandina rojevê ya vê heftîyê de balan kişand li ser rewşa dawî ya erdhejzedeyan.

Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Bi gelê yê erdhejzede re  hevdîtin hat kirin û rêyên çareserîyê yên teleban hatin lêgerîn

Ramanli di nirxandina ku kir de destnîşan kir, rayedarên partîya wan li navenda 11 bajêr, 59 navçe û her wisa li 1261 gundan erdhejzedeyan ziyaret kirine. Ramanli dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Bi meqamên rayedar û her wisa bi muxtar û gelê me yê erdhejzede re hevdîtin hatin kirin, daxwaz û telebên wan hat guhdarkirin û rêyên çareserîyê hatin lêgerîn.”

Ramanli di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê rewşa dawî ya erdhejzedeyan de wisa axivî: “Em wek HUDA PARê ji roja ewil ve li wan herêmên erdhejê bûn. Wek partîyê em çûn serdana gelê xwe yê erdhejzede û me derd û kulên wan ji wan guhdar kir. Ji ber ku çareserîyên mayînde nayên hilberîn dibe sebeb ku ew konbajêr bên şibandin ‘kampê êsîran.’ Ji bo dermankirina birîna erdhejzedeyan divê ji cotkar û kesên ku heywanan xwedî dikin re alîkarî bê kirin, divê ji bo erdhejzedeyan xizmeta ava paqij, tenduristî û hwd. bê dayîn. Divê me vê yekê bibêjin li herêma erdhejê problem hêj berdewam dikin. Divê li wan herêmên erdhejê perwerdehî neyê sekinîn, li nexweşxaneyan tedawî û amelîyat berdewam bikin û ji wan sazîyên ku li herêmên erdhejê xizmetê didin re destek bê dayîn.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rewş gihîştiye xala xwe ya krîzê!
Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 921an
Xezzeyê pîvana wijdanê mirovahiyê ye
Aktîvîstên ku ji keştîya Hanzalayê hatin girtin, dest bi greva birçîbûnê kirin