Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanliyê di axaftina xwe ya li Meclisê de diyar kir ku pergaleke aboriya bê faîz hem mimkun e û hem jî pêwîst e.
"Xwedê bazirganîyê helal û faîzê jî heram kiriye"
Ramanli, tekez kir ku aboriyek bê faîz mimkun e û got, "Faîz yek ji nîqaşên exlaqî yên herî kevin û cîddî di dîroka mirovahiyê de ye. Di bawerî û kevneşopiyên exlaqî yên kevnar ên mirovahiyê de, faîz wekî amûrek qezenc û îstismara neheq hatiye dîtin; di dînî asmanî de bi tundî hatiye qedexekirin." Wî her wiha bi bîr xist ku di Quran û pirtûkên din ên esmanî de biryarên zelal li dijî faîzê hene.
Ramanli got, "Di Îslamê de, biryar eşkere ye: Xwedê bazirganîyê helal û faîzê jî heram kirîye. Ji ber vê yekê, faîz gunehek mutleq e ku divê li gorî baweriya me jê dûr bikeve. Di seranserê dîrokê de, qedexeyên li ser faîzê bi parastina deyndaran û lêgerîna edaleta aborî ve girêdayî ne."
"Divê bê guman aboriyek bê faîz, li ser bingeha hilberînê û bi dabeşkirineke dadperwer were bicîhkirin"
Ramanli diyar kir ku sîstema aborî ya kapîtalîst keda mirovan dixwe û nifşên pêşerojê di bin deynan de dihêle û got, "Bi kombûna sermayeyê û belavbûna têkiliyên deynan re, faîz bi demê re normal bûye; ew heta wekî 'qaîdeyek neçar a jiyana aborî' hatiye pêşkêş kirin. Lêbelê, bikaranîna wê ya berfireh wê rewa an neçar nake. Aboriya îslamî bi rêya modelên wekî şirîkatiyên parvekirina qezencê, selam, murabaha û fînansmana li ser bingeha hilberînê alternatîfên bê faîz pêşkêş dike. Tiştê sereke ne guhertina navê faîzê ye, lê avakirina pergalek aborî ya bi rastî bê faîz, parvekirina rîskê û dadperwer e. Helwesta me ya li dijî faîzê şertek baweriya me, armanca me ya afirandinê û têgihîştina me ya sîyasî ye. Wekî ku me di bernameya partiya xwe de diyar kiriye, pergalek aborî ya bê faîz a li ser bingeha hilberîn, ked û dabeşkirina dadperwer gengaz û pêwîst e. Pergala kapîtalîst me xwariye; wê keda me westandiye û pêşeroja me îpotek kiriye. Kapîtalîzm, ku mirovan mehkûmî deyndariyê dike û newekheviya di dabeşkirina dahatê de zêde dike, terorek aborî ya gerdûnî ye. Divê aboriyek bê faîz, li ser bingeha hilberînê û dabeşkirina dadperwer bi tevahî were bicîh kirin." (ÎLKHA)