Li Dêrsim u kesên ku dema li çiyayan li bizinên xwe digeriyan, di mijê de winda bûbûn, sax hatin dîtin
Du kesên ku li navçeya Pilûr a Dêrsimê ji bo lêgerîna bizinên xwe yên winda çûn deverên bilind û ji ber mijê winda bûn, di encama hewldanên ekîbên Cenderme û AFADê de sax hatin dîtin.
Walîtiya Dêrsimê ragihand ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de du welatiyên ku li navçeya Pilûrê winda bûbûn, bi sax û silametî hatine dîtin.
Di parvekirinek li ser hesabê medyaya civakî yê bajarê de hat gotin ku du welatiyên ku li gundê Mollaaliler ê navçeyê ji bo lêgerîna bizinên xwe yên winda çûne zozanê, ji ber mijê rêya xwe winda kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser xeberdayînê, ekîbên cenderme û AFAD operasyona lêgerîn û rizgarkirinê dane destpêkirin û tevî erdê dijwar, mij, hewaya sar û berfê jî, bi saya hewldanên berdewam, welatî gihîştin cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku tenduristiya her du welatiyên ku bi saya xebatên hevrêz ên ekîban gihîştine herêmeke ewle, baş e.
Walîtiyê daxuyaniyek weşand û ji bo hewldanên wan ên ji bo ewlehiya welatiyan spasiya elîbên cenderme û AFAD kir û ji welatiyên mexdûr re jî hêviya başiyê kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.