Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli: Divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê

Berdevkê HUDA PARê û Endamê Meclisê Serkan Ramanli di 5emîn Kongreya Asayî ya Serokatiya Bjara Denîzliyê ya HUDA PARê de axivî û got, "Her sal hinek sendîka sînorê feqîriyê radigihînin. Bi rastî, divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê."

Kongreya Asayî ya 5emîn a Serokatiya Bajara Denîzlîyê ya HUDA PARê bi beşdariya endam û mêvanên partîyê hat lidarxistin. Piştî Serokê Bajarê Hacî Şahîn, Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli derket ser dikê û derbarê bûyerên rojane û rêwîtiya sîyasî ya partîya xwe de nirxandinên girîng kirin.

"Heke em bi vê dilsozî, îxlasî û fedakariyê berdewam bikin, em ê di pêşerojê de bi berpirsiyariyên bi tevahî cûda re rû bi rû bimînin"

Ramanli di destpêka axaftina xwe de behsa merhaleyên girîng ên ku partiya wî ji damezrandina xwe ve bi dest xistiye kir û diyar kir ku coş û kelecana ji serdema damezrandinê ve berdewam dike, û deng, reng û peyama HUDA PARê li seranserê welat deng vedide.

Ramanli bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 2023an wan bi 4 parlamenteran di Meclisê de temsîliyet bi dest xistine û wiha got: "Me karî dengê xwe li Meclisê bidin bihîstin û di encamê de HUDA PAR li cîhana Îslamê navdar bûye. Dema ku mirov bi samîmiyet, fedakarî û biryardariyê têdikoşe, me hemûyan ayeta 'Mirovek dê xelata tiştê ku ji bo wê xebitiye bistîne' dîtiye. Ger em vê samîmiyet, îxlas û fedakariyê bidomînin, em ê di pêşerojê de bi derfet û berpirsiyariyên bi tevahî cûda re rû bi rû bimînin. Merhaleya din dibe ku serdema girtina desthilatdariyê û girtina berpirsiyariya sererastkirina hinek tiştan bi destên xwe be."

"Divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê"

Ramanli diyar kir ku koka pirsgirêkên aborî di neheqî, îstismar û gendeliyê de ye, û ev yek ji ber şêwazek rêveberiyê ya xweperest û bêkontrol e, û rexne li têkçûna avakirina edaleta civakî girt.

Ramanli gotina "Roviyek wek cerdevan li mirîşkê tayîn kirin, ew rûnişt û ji kelecanê giriya" bi bîr tîne, û wiha dibêje:

"Her çiqas hûn hewl bidin ku heywanek têr bikin, her çiqas hûn her cûre çavkaniyan bidinê jî, herî zêde ew dikare bi qasî ku dikare zikê xwe têr bike bixwe. Lê mirovahî ewqas çavbirçî ye ku mixabin têrkirina wê ne mumkin e. Ev di bingeha pirsgirêkên ku em îro pê re rû bi rû dimînin de ye. Em di vê rewşê de ne ji ber ku me edaleta civakî garantî nekiriye. Her sal, hinek sendîka hejmarên sînorê birçîbûnê û sînorê xizaniyê radigihînin. Di rastiyê de, divê em ne sînorê birçîbûnê, lê sînorê têrbûnê diyar bikin, da ku em karibin çavbirçîtiya çavbirçîyan heta radeyekê sînordar bikin."

Ramanli diyar kir ku ji ber ku dewlemend û kesên ku desthilatdariya xwe îstismar dikin nikarin di civakê de berpirsiyar bên girtin, xizan jî nayên parastin, û got ku nebûna çavdêriyê û îstismar ji bo her kesî dilşikestî ye.

"Divê her kesê ku desthilatdariyê bikar tîne were çavdêrîkirin"

Ramanli daxwaz kir ku serweriya hiqûqê, edalet û qaîdeyên gerdûnî li ser keyfiyetê serdest bibin, û tekezî li ser pêwîstiya çavdêriya bi bandor di sektora giştî de kir.

Ramanli got, "Bê guman em ê baweriya xwe bi mirovan bînin, lê bawerî divê rê li ber kontrolkirina me negire," û nirxandina jêrîn kir:

"Wekî endamekî Meclîsê, ez vê dibêjim: divê hemû endamên meclîsa qanûndanîn, dadwerî û rêveberiyê di bin çavdêriyê de bin. Ji dadweran bigire heta dozgeran, ji parêzgarên navçeyan bigire heta parêzgarên wîlayetan, ji şaredaran bigire heta wezîran, divê her kesê ku belgeyan îmze dike, berpirsiyariyê digire ser xwe û desthilatdariyê li ser navê welat bikar tîne hesab bê pirsîn. Têgihîştina 'Min desthilatdarî da wan, min baweriya xwe bi wan anî, ew dikarin çi bixwazin bikin' nêzîkatiyek xelet e. Mixabin, ev sedema herî mezin a vê girjbûna ku em tê de têne kişandin e." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Sason de şewatê axure de 110 bizî telef bîyî
Daxuyaniya Nexweşxaneyê
Cihê tirbên mîran tê parastin
Li Mêrdînê 80 koçberên neqanûnî yên di tirê de bûn hatin girtin
Ew ê bi diyaloga neteweyî were çareserkirin