Krîza di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ew ê bi diyaloga neteweyî were çareserkirin

Krîza di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ew ê bi diyaloga neteweyî were çareserkirin

Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Faîq Zêdan, ji bo çareserkirina krîza destûrî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, di 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an de dest bi diyalogeke neteweyî dike.

Serokên çar desthilatên sereke yên Iraqê (Serokkomar Nîzar Amêdî, Serokwezîr Alî el-Zêdî, Serokê Parlamentoyê Heybet el-Helbûsî û Serokê Encûmena Dadweriyê Faîq Zêdan) li ser lidarxistina vê civînê li hev kirin.

Di daxuyaniya Serokkomarîyê de hat gotin: "Di civîna rayedarên payebilind ên Iraqê de, pêşniyara Faîq Zêdan a ji bo diyaloga neteweyî ya 1ê Kanûnê hat pejirandin." Her wiha hat destnîşankirin ku ev diyalog ew ê "nûnerên çar meqamên bilind û aliyên têkildar li gorî destûrê ji bo çareserkirina krîza Bexda û Hewlêrê bîne cem hev."

Ev gav piştî wê yekê hat ku di 24ê Mijdarê de hikûmeta navendî biryara kontrolkirina deriyên sînorî û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dabû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar red kiribû û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku ev ferman "li gel gotûbêjên berê yên li Bexdayê ne hevgirtî ne." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.