Berdevkê Serokomartiyê Kalin: Ev guhartin bi fermaneke Qral hatin kirin

Berdevkê Serokomartiyê Îbrahîm Kalin derheqê “operasyonên bêrêtiyê” yên ku li Erebistana Siûd tên kirin de nirxandinan kir û diyar kir “Ev guhartin bi fermaneke Qral hatin kirin. Erebistana Siûd a rastî ji pêvajoya guhertinê derbas dibe.”

Berdevkê Serokomartiyê Îbrahîm Kalin di NTVyê de derbarê rojeva hundir û derve de daxuyanî de û li ser geşedaniyên ku rû didin nirxandinan kir.

Kalin di bernameya ku beşdarî bû de derbarê  geşedaniyên dawî yên li Siûd de wiha got: “ Ew meseleya wan bi xwe ye. Ev guhartin bi fermaneke Qral hatin kirin. Erebistana Siûd a rastî ji pêvajoya guhertinê derbas dibe. Gelo tê xwestin bingeha şoreşeke civakî bê avêtin? Mesele maf ji pîrekan re hat dayîn da ku karibin wesayîtê bajon, lê belê ev yek di sala 2018an de dest pê dike. Hewil didin têgihiştina Îslamê ya ku ji dinyayê re vekiriye esas bigrin. Meseleya Yemenê heye. Em hêvî dikin pêvajoyeke ku feydeya wê li aştiya Erebistana Siûd bê bê derbaskirin.”

Kalin di berdewama axavtina xwe de derbarê teleba Rûsyayê ya derheqê Kongreya Gelên Sûrî de jî diyar kir ew ê Tirkiye beşdarî kongrê nebe û dû re wiha got: “Em beşdarî nabin. Ew ê komên Sûriyeyî beşdarî kongrê bibib, lê îxtîmaleke mezin em ê çavdêrvan bişînin. Lê niha ne eseh e. Lê bi qasî ku Rûsya agahî daye me kongre hatiye taloqkirin û ew ê PYD bo kongrê neyê vexwandin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin