“Berî wê rojekî min li lawê xwe geriya lê bersiv nedida”

Bavê Cafer Gîzliyê 16 salî yê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin di derbarê qetilkirina lawê xwe de diyar kir ew berî bûyerê rojekê li lawê xwe geriyaye lê lawê wî bersiv nedida.

Her weke ku tê zanîn Cafer Gîzliyê 16 salî yê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê di organîzasyona Wezareta Werzîş û Ciwaniyê de ji teref komek PKKyî ve hatibû qetilkirin.Cenazeya Cafer Gîzlî li gundê wî hat definkirin.Salih Gîzliyê ku bavê Cafer Gîzlî ye di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ew berî bûyerê rojekê li lawê xwe geriyaye lê lawê wî bersiv nedida.

Salîh Gîzliyê ku bavê Cafer Gîzli ye  diyar kir di bûyerê de îxmalên mezin ên rayedaran heye  û naxwazin tiştên ku li qampê qewimîne derkevin derveyê qampê.Bav Gîzlî dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî ku em hîn bûne berî niha jî nîqaş derketîye.Diviyabû kesên rayedar wanan şandibana.Gelek îxmalên mezin ên rayedaran hene.Berî bûyerê rojekê min lawê xwe geriya lê bersiv nedida.Tu nabe telefonan ji wan berhev kirine da ku tiştên ku pêk hatine ji malbatên xwe re nebêjin.”

Gîzlî di berdewama axavtina xwe de diyar kir walî vê bûyerê weke pevçûna di nava du kesan de nîşan daye ku ev yek tiştekî  ne rast e, dîmen piştevaniya vê yekê nakin û dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji teref hinek kesan ve hewl tê dayîn da ku li ser bûyerê bê girtin.Lê di dîmenan de tê xuyakirin ku ev ne pevçûneke di navbera du kesan de ye.Waliyê Mêrsînê qey  an dixwaze bûyer mezin nebe an jî dixwaze li ser bûyerê bê girtin.Ez wekî din çi dikarim bibêjim?”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar