Bi minasebeta salvegera fetha bajarê Diyarbekirê ya 1374an, bernameyek hat lidarxistin. Millet piştî nimêja mexribê, bi tevliyeke mezin herikî stadyûma bajêr.
Bername ji aliyê merkeza lêkolînên siyerê, platforma fetha Diyarbekir û komela Sahabe-Derê ve hat organîzekirin. Bername bi zarê Hamîd Şakirê yekemê xwendina Quranê ya dinyê ve bi tîlaweta kelamê Xweda dest pê kir. Pey re koordînatorê platformê Îbrahîm Gokdemîr da zanîn ku bajarê Diyarbekir bi saya eshaban ji zulm û zordestiya Bîzans û Rûmiyan xelas bûye. Dûre serekê merkeza lêkolînên siyerê Mehmed Emîn Yildirim, li ser fedekariya eshaban û li ser jiyana Xalid bîn Welîd xeber da. Beyan kir ku bajarê Amedê bi exlaq û nûra eshaban xemiliye. Paşê Mela Mahmûd Kilinç bi Kurdî li ser ehemmiyeta fetha Diyarbekirê sekinî. Diyar kir ku roja mîllî ya milletê Kurd roja fetha Amedê ye.
Di bernamê de îlahî hatin xwendin. Hat îfadekirin ku bi fetha Amedê Kurdistan û Anadolu bi Îslamê muşerref bûne, deriyê fetha Bîzansê dest pê kiriye. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû. BANGAHEQ