Bernameya bîranînê ya Sûsayê wê roja 3yemîn ya eydê bê lidarxistin

Hat ragihandin ku bernameya bîranînê ya ku her sal 26ê hezîranê li GoristanaŞehîdan a Şehîdên Sûsayê dihat lidarxistin ji ber ku îsal leqayî meha Remezanê hat, texîrî roja 3yemîn ya îdê hatiye kirin.

Hat ragihandin ku bernameya bîranînê ya ku her sal 26ê hezîranê li Goristana Şehîdan a Şehîdên Sûsayê dihat lidarxistin ji ber ku îsal leqayî meha Remezanê hat, texîrî roja 3yemîn ya îdê hatiye kirin. Wek ku tê zanîn 26ê Hezîrena 1992an li gundê Sûsaya Farqînê di camiyê de 10 misilmanên ku îbadetên xwe dikirin ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Serokê Sûsa- Derê Muhammed Afîf Çetînkaya di derbarê bernameya  bîranîna Şehîdên Sûsayê ya ku her sal dihat lidarxistin de wiha dest nîşan kir: “ Me birayên xwe yên ku 26ê hazirana 1992an li Camîya Sûsayê hatine şehîdkirin  her sal bi bernameyekê bi bîr dianî. Bernameya bîranînê yê Şehîdên Sûsayê îsal ji ber ku leqayî meha Remezanê hat û ji ber ku hewa gelekî germ bûn, me bernemaya bîranînê texîrî roja 3yemîn ya îdê kir.”

Çetînkaya di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Em hemû Misilmanên ehlê wîcdan dawetî vê bernameya bîranînê dikin.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar