Bernameya Mewlûda Nebî dê sibe bê tertîpkirin

Ji bo bernameya Mewlûda Nebî ya ku dê sibe ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin xebat bênavber berdewam dikin.

Bernameya Mewlûda Nebî dê sibe bê  tertîpkirin

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji ber şewba Kovîd-19ê 3 salan nehat tertîpkirin piştî navbera ku hatibû dayîn ew ê dîsa bê lidarxistin. Ji bo vê yekê Weqfa Evîndarên Pêxember dest bi xebatan kir û li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê sibe li qada parka Newrozê bi temaya "Mînaka Herî Xweşik Hz Muhammed" bernameya Mewlida Nebî li dar bixe.

Dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ên ku afîş û pankartên bernameya ku dê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada Parka Nevruz a navçeya Bağlar a Amedê bê lidarxistin; li çarrê û bihorkên jorîn daliqandin û Amedê bi muhebbeta Muhemmedî xemilandin.

Bi afîşên ku bi zimanên Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Zazakî) hatibû amadekirin temamê gelê hat vexwandin bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30î de bê tertîpkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li 2 gundên Hewlêrê agir bi zeviyan ket
Yemen: Me bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk Balafirgeha Lodê xist
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ANFIDAPê ziyaret kir
HAMASê ji banga 80 welatan a ji bo Xezzeyê re piştgirîyê da
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 822an