Bernameya Wîladeta Pîroz a li Diyarbekirê di 30ê Nîsanê de ye

Bernameya Wîladeta Pîroz a ku her sal li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin û bi beşdarbûna bi sedhezaran evîndarên pêxember tê tertîpkirin dê îsal di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin.

Ji teref Koordîantoriya Platforma Evîndarên Pêxember a Diyarbekirê ve hat destnîşankirin bernameya Wîladeta Pîroz a ku her sal li Diyarbekirê bi beşdarbûna bi sedhezaran evîndarên pêxember tê tertîpkirin dê îsal di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin.

Di derheqê bernameya Wîladeta Pîroz de temsîlkarên komeleyên endamê platformê ve civîna îstîşareyê  li dar xistin. Di encama civînê de Koordîantorê Platforma Evîndarên Pêxember a Diyarbekirê Cemîl Cahît Unsalan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Unsalan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir bernameya îsal di 30ê Nîsanê de bê tertîpkirin.

Unsalan di berdewama axavtina xwe de diyar kir bernameya Wîladeta Pîroz a îsal dê bi temaya ‘Rêberê Heq û Edalatê Hz. Muhammed’ bê tertîpkirin û dû re wiha pê de çû: “ Bernameya îsal dê di 30ê Nîsanê de li Qada Mîtîngê ya Parka Newrozê bê tertîpkirin. Me ji bo vê destûrên fermî serîlêdanê xwe kir. Amadekeriyên me yên di derheqê bernameyê de ev bû demek dirêj ku didomin.”

Unsalan di dawiya axavtina xwe de temamê xelkê ku evîndarê pêxember e vexwande bernameya Wîladeta Pîroz a ku dê bê tertîpkirin.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe