Bernameya Wîladeta Pîroz a li Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir

Bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Yenîkapiya Stenbolê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.

Li Yenîkapiya Stenbolê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ tê li darxistin. Zêc û zarok, jin û mêr, ciwan û pîr gelek Stenbolî beşdarî bernameya ku tê lidarxistin bûn.

Ji teref Koordînatoriya Stenbolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve ji bo xelkê  ku Evîndarên Pêxember e ber bi qada bernamê ve bê veguhastin ji herama Anatolî ji 29 xalên 10 navçeyan û ji herama Ewrûpayê jî ji 82 xalên 18  navçeyan   wesayîtên  serwîsê yên bêheq tê rakirin.

Ji ber bernameya Wîladeta Pîroz a ku tê tertîpkirin polêsan gelek tedbîr standin û her wiha hat dîtin platform him li nava qadê û him jî li derveyî qadê bi girseyeke qelebalix koordînasyon tê kirin.

Bername   ji teref gelek endamên çapemeniyê yên ji nava welêt û derveyî welêt tê taqîbkirin û her wiha bername bi zindî ji Rehber TVyê tê weşandin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê  Zekeriya Yapicioglu, arîkarên Serokê Giştî, temsîlkarên partiyên siyasî, rayedarên STKyan, alim, ronakbîr, nivîskar, rîspî û  gelek kesên din jî îştîraqî bernamê kirine.

Her wiha  hat ragihandin ji Kurdistana Îran, Iraq, Sûrî û ji welatên bi navê Lubnan, Misir, Urdunê alim, rîspî û endamên partiyên siyasî beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz bûn. (ÎLKHA)


































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin