Bernameyên wîladeta pîroz didomên

Platforma Evîndarên Pêxember, wê li gelek bajaran bernameyên mewlûda mûhemmedî li dar bixin.

Kêf û şahîya evîna mûhammedî, bi lez û bez berdewam dike. Platforma Evîndarên Pêxember wê roja yekşemê li Êlih, Enqerê, Wan, Intab û Edenê û gelek bajar û navçeyan mewlûda pêxember û rêberê azadî û xelasîyê li dar bixin.

Bernameyên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê li dar xistin, bi kêf û coş, bi lez û bez berdewam dike.

Platforma Evîndarên Pêxember wê roja yekşemê li Êlih, Enqerê, Wan, û Dîlok, Edenê û gelek bajar û navçeyan mewlûda pêxember û rêberÊ azadî û xelasîyê li dar bixin.

Li Êlihê vê sibe li ber otogara nû li qada Mîtîngê piştî nîvro wê di saet yek û nîvê de bi navê “Rêberê bê mîsal Hz. Mûhammed” bernameyek mewlûdê bê li dar xistin.

Dîsa wê bernameya mewlûdê ya Batmanê li ekranên televîzyona Rehber TVyê wê bi zîndî bê weşandin.

Platformê hemû xelkê evîndarên pêxember dawetî bi bal mewlûda Mûhammedî kirin.

Platforma Evîndarên Pêxember, bernameya İntabê hemû hazirî û amadehîyên xwe temam kirin.

Li İntabê jî vê yekşemê li qada Îstasyonê piştî nîvro wê di saet yek û nîvê de bi navê “Rêberê bê mîsal Hz. Mûhammed” bernameyek mewlûdê bê li dar xistin.

Platformê hemû xelkê evîndarên pêxember dawetî bi bal mewlûda Mûhammedî kirin.

Wê roja yekşemê li gelek navçe û bajarî bername bê li dar xistin. Li gor lîsteya Platformê beyan kirîye navnîşanên bernameyan wehaye.

A li navenda Enqerê- Li qada bazara şemiyê saet di yek û nîvê piştî nîvro de, wê bê li dar xistin.

A navenda Wanê li parqa altaylîyê saet di yek û nîvê piştî nîvro de

a navenda Bedlîsê- Li taxa mehele başîyê saet di yek û nîvê piştî nîvro de

a navenda Edenê- Li qada îstasyonê saet di dudan de

a navenda Meletî- Li ber şaredarîya nû li paş camîya Sumerê saet di yek û nîvê piştî nîvro de

a navenda Qayserîyê- Li parqa mîmar sînanê li ber camîya kûrşûnlûyê, saet di yek û nîvê piştî nîvro de wê bên li dar xistin.

Platforma Evîndarên Pêxember, hemû xelkên evîndarên pêxember dawetî bibal bernameyên mewlûdê kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar