Hinek rojnameger û siyasetmedarên ku li Diyarbekirê fealiyetan dikin, revandina Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê şermezar kir.
Qezetevan û siyasetmedaran dan zanîn ku revandina Alî Adiyamanê ku bi xeberên xwe yên objektîf tê zanîn nayê qebûlkirin. Revandina kesên ku heyata xwe xistibin feyda xelkê bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Serokê DÎMEDa Komela Mensûbên Medyayê ya Diyarbekirê Mahmût Îrtem beyan kir ku hedîseyên weha, hizûra xelkê herêmê xera dike û weha dewam kir:
“Tewra leşkeriyê îbretamîz e. Mixabin divê meriv peyva ewlehiyê ji wê derê rake. Wezîfeya xwe nakin. Do li nêzî qereqolê hedîse qewimî. Lê Qereqola Cendermeyê û hêzên ewlehiyê tu midaxele nekirine. Yekîneya ewlehiya ku nexwestiye malbata Adiyaman a li gund mabû bîne, ew ê çiqas ehlê ewlehiyê be?”
Ji endamên damezrîner ên Huda Parê Vedat Turgut jî îfade kir ku revandina rojnamegerekî ku wezîfa wî agahdarkirina xelkê ye nayê qebûlkirin û wiha got:
“Revandina hevalê me yê rojnameger nayê qebûlkirin. Li alîkî hûn ê tim behsa revandina rojnamegeran û azadiya medyayê bikin, li aliyê din hûn ê rabin rojnamegerekî ku tenê ji ber nûçegihaniya objektîf dike birevînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Niha dewlet li ber vê hedîseyê bêtevger e. Lê li gorî ku haya me jê çêbûye, dewlet ji hedîseya revandinê hema di dema bûyerê de agahdar bûye, lê tu midaxele nekiriye. Ji bo xelaskirina dê û bav û xuşka rojnameger ên li gund mane, tu xebat nekiriye. Ev yek sebr û taqetê nahêle. Divê her kes li ber neheqiyê bisekine.”
Midûrê xeberan ê rojnameya Diyarbakir Haberê Ahmet Beşenk jî da zanîn ku zulma li kesên ku heyata xwe xistina xizmeta xelkê, nayê qebûlkirin û wiha beyan kir:
“Heqê tu kesî tune ye ku zulmê li rojnamegeran bike. Kesên vêya dikin bila berê bifikirin. Ev hevalê me yê Ajansa Îlkeyê fikra wî çi be bila bibe, li Diyarbekirê di nûçegihaniya xwe de serkeftî bû, hewla xizmeta van însanan dikir û ji bo rewşeke baştir a însanan micadele dikir. Li gorî min divê ne bi revandinê bi xelatê destek jê re bihata kirin. Ez hedîseyên wiha şermezar dikim û durust nabînim.”
Li aliyê din li ser hedîseya revandinê, ji alema medyayê bertek hatin nîşandan. Cemiyeta Rojnamegeran a Bîngolê bertek nîşan da û wiha îfade kir: “Bi çi sebebê be bila bibe, em revandina rojnamegerekî durust nabînin.”
Memûr Sena Batmanê jî di beyana xwe de xwest ku Alî Adiyamanê muxabîrê Ajansa Îlkeyê derhal bê berdan. Şaxa Memûr Senê di dewama beyanê de hewla Pkkê ya ku kesên ne di fikra xwe de ji xwe qebûl nake û li berê radibe û ji lew teşebbusên şîddetê dike bi şîddet şermezar kir.
Bîngol FMê jî da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê de kesên dibin hedef muslumanên dîndar in. Divê Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê derhal bê berdan.
Serokê Komela Mensûbên Medyayê ya Wanê Ebdulwehhab Akkay jî li ser hedîseya revandina Alî Adiyaman ya ji aliyê mensûbên Pkkê ve xeber da. Akkay got ku navekî din a revandinê faşîzm e. Pkk nabîne ku li herêmê rêxistina faşîst ya herî mezin ew bi xwe ne.
Serokê Komela Mensûbên Medyayê ya Intabê Îbrahîm Koçyîğît jî got ku Pkk ji revandina Alî Adiyaman mesûl e. Dîsa dewlet û rayedarên hikûmetê yên ku ewlehiya canê welatiyan pêk naînin jî mesûl in. Divê Alî Adiyaman derhal bê berdan.
Çınarın Sesi