Berwarî: “Şandeya Şîayan bo razîkirina Kurdan tê Kurdistanê”

Çavdêrê siyasî û şêwirmendê berê yê serokwezîrê Iraqê yê bo Karûbarên Herêmê Adil Berwarî ragihand ku hatina şandeya Hevpeymaniya Şîayan bo Herêma Kurdistanê bo razîkirina Kurdan e bo pêkanîna hikûmeta piraniyê li Iraqê.

 Berwarî amaje bi wê yekê kir ku hatina aliyên Şîayan bo Herêma Kurdistanê mîjareke girîng e û Kurd dê bi rêya wê şandeyê her çi gilî û nerazîbûneke xwe heye bigihîne aliyên Şîa û hikûmetê, çimkî di nav wê şandeyê de nûnerên Malîkî, Caferî û hemû Şîayan heye.

Berwarî her çende geşbîn nîne ku serdana şandeya Şîayan bikare arîşeyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê çareser bike, lê li gor Adil Berwarî xala serekî ew yekê ku Şîayan di vê demê de hewl didin ku bên Herêma Kurdistanê bo razîkirina Kurdan bo pêkanîna hikûmeteke piraniyê û aliyên Sunî jî feramoş kirine. (Dengê Azad)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin