Berxwedana Îxwan Berdewam E

Li Misrê berxwedana xelkê li ber cûntayê didome. Wezareta karên hundir ya ğeyrî meşrû bi tehdîtê xwestibû ku meydan vala bibin

Lê millet heta sibehê li meydanan derbe proteso kirin. Xisûsen meydana Rabîatul Adewiyye û Nahdayê bûn şahidên protestoyên mezin.

Millet digel tehdîtan jî, bi milyon kesan protesto li dar xistin. Alîkarê serekê partiya Hurriyet û Edaletê Îsam el Îryan diyar kir ku, eger derbeker midaxele bikin, ew ê protesto li seranserê welêt belav bibin. Îryan wiha got “Îqaza wezareta ğeyrî meşrû tiştekî qenc nahewîne. Heta Mûrsî vegere ser wezîfê, ew ê protestoyên me yên aştiyane bidomin. Bila ji tepkiya xelkê Misrê bitirsin. Eger midaxele bê kirin, em ê protestoyan li seranserê welêt belav bikin.”

Her wiha mensûbên Meclîsa şûrayê ya ku ji aliyê derbekeran ve hatibû îbtalkirin li meydana Rabîatul Adewiyyeyê, bi beyanatekê diyar kir ku, şîddetên li ber protestoyên aştiyane qebûl nakin. Kesên tiştekî wiha bikin, ew ê sûcdar bin û ji bo wan ceza hebe. Bangaheq

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin