BEXTÊ ÎDARA HEPSAN TUNE YE
HERHALDE HEPS NE QEMPÊN HÊSÎRA NE
Qaşo wezareta edaletê, bi pakêta 3an rewşa hepsan baştir dikir, lê dêmekî ne wilo ye. Edaleta hikûmetê ji bersûcên balyoz û ergenekonê re ye, ji girtiyên derbekarên 28ê sibatê re ye, ji diz û zînakar û hinek rewşenbîrên çepgir ra ye. Kesên dîndar ji berê de di çavê dewletê de sûcdar in.
Di meha borî de, ji de’wa Hîzbûllah 30 mehkûm ji hepsên Diyarbekir û Mêrdînê, sirgûnî hepsên Sîwas û Tokatê bûbûn. Niha jî ji hepsa Bedlîsê a tîpa Eyê, 5 mehkûmên ji doza Hîzbûllah girtî, sirgûnî hepsa Orduyê bûn.
Ji hepsa Bedlîsê Mîkaîl Gultepe, Tûran Boldağ, Yakûb Taşin, Elî Çelîk û Şerafettîn Arslan ku ji de’wa Hîzbûllah ceza li wan hatiye birîn, bêxwestina wan, hatin sirgûnkirinî hepsa Orduyê.
Maliyê û merivên van 5 mehkûmên Hîzbûllah, wiha diyar kirin “Ewladê me, ji ber dana dersa Quranê hatine girtin. Eger ev der welatekî Îslamê ye, gelo çima dana dersa Quranê dibe sûc? Qey serokcimhûr û serokwezîr vî halî napirsîn û nabînin? Heta niha em carna karibûn biçana ziyareta wan. Niha emê çawa herin? Qey hun ji Xweda jî natirsin? Dixwazin me jî mîna xaltiya Rana Baran, di nav kul û kederan de û xwe jî di bin ah û nifirên me de bihêlin. Em dispêrin Xwedayê mezin û adil.”