Ji îdarevanên Cemaeta Hîzbûllah Îsa Bagasî, daxuyanî da malpera Huseynîsevda. Îdarevanê Cemaeta Hîzbûllah Îsa Bagasî, li ser hadîseya Batmanê, pevçûnên Rojavayê, êrîşên li saziyên Îslamî, pêşeroja herêmê gelek pirs bi cewab kirin. Da zanîn ku PKK/PYD bêbedel bi îmkanên ku rejîmê dane wan pozîsyona xwe girtine.
Îsa Bagasî li ser xelkê Kurdistanê wiha xeber da:
“Em dil dikin ku xelkê me yê mezlûm, li hemî parçeyan, bigihêjin heqên xwe yên hatine ğesbkirin û bi vî awayî di çarçoveya Îslamê de azad û birehet bijî û statuyeke siyasî bi dest bixe. Nexasim xelkê me yê li Rojavayê ku di bin şert û mercên dijwar û xerab yên heyatê de ne, ger bighêjin heqên xwe yên Îslamî û însanî, ne me tenê wê her însanê xwedî însaf kêfxweş bike.”
Li ser şerê li Rojavayê jî wiha got:
Li Rojavayê devereke ku PYDê bi hêza xwe û bi dayîna bedelekê azad kiribe tune ye. Îro Azadiya Rojavayê ya ku lanse û nîşanî me dikin, ji xapandina îlluzyonekê îbaret e. PKK/PYD tu bedel nedane, tenê bi îmkanên ku rejîma Esed dane wan, pozîsyona xwe ya îro girtine. Rewşa niha, teqez encamê lihevkirina bi rejîma Esed re ye. Vî halî gelek alî qetî dizanin û bi lêv dikin. Lê belê hinek kes naxwazin ev rastî bê zanîn. PKK/PYD bi navê şoreş û kespê, tenê leylanê nîşan didin. Bi pêvajoyê ve, ew ê her kes bibîne ku vêya leylan e.
Îsa Bagasî meqsed û rewşa şer û taktîka PKK/PYDê wiha anî ziman:
Şerê PYD dike, ne li ber rejîmê ye, li ber grûbên mixalîfên rejîmê ye. Hê jî li sehayên ku rejîmê ji PYDê re hiştine, hêz û saziyên rejîmê hene. PKK/PYD bi gotinên xwe yên ku temînata laîk, sekuler û miqeddesatên welatên ğerbîyê ne, xwe bazarî di serî de Emrîka, welatên ğerbî û îstîkbara dinyê dikin.
Digel ev heqîqet li holê ye, îcar rabin hemî grûbên Îslamî sûcdar bikin ku goya li ber xelkê Kurd herbê dikin, mal û can û namûsa xelkê helal kirine û weha xwe bispêrin van derew û îftîrayan, tiştekî pir xerab û şoret e. Ew bi van vir û îftîrayan, ji alîyekî ve dixwazin Îslam û mislumana xerab nîşan bidin, ji aliyekî ve jî, dixwazin grûbên mixalîfên Esed bikin hedef û herba bi wan re meşrû nîşan bidin.
Polîtîkayeke weha, tiştekî nade xelkê Kurd. Berevajî vêya, ew ê ji xelkê kurd pir tiştan bide windakirin. PKK û PYD vê zafera sanalê, hem li Rojava hem ji li parçeyên din yên Kurdistanê, li hember grûb û partiyên dijî xwe, bi qebîhî bi kar tînin. Rexne û tenkîdên li xwe, mîna li xelkê Rojava tê kirin lanse dikin.
Îdarevanê Cemaeta Hîzbûllah, li ser rewşa Rojavayê, di heqê helwest û armanc û fikra Hîzbûllah de wiha beyan kir.
Digel van tiştên neyînî û rastiyan jî, em dixwazin ku hemî xelkê Sûriyê, nexasim jî xelkê Rojavayê, di encamê de kespan bi dest bixin.
Digel ku Hîzbûllah ji serê pêşîn ve, vê rewşê dizanibû jî, ji bo xelkê Rojava qismî be jî hinekî rihet be û bigihêje heqên xwe yên ğesbkirî, teqez neketiye pozîsyoneke dijberî.
Pkk tim bi xeberên derew, dixwaze bi îftîrayan Hîzbûllah têxe bin tohmet û zennê. Bi îddîayên xwe, dixwaze qamûyê şaş agahdar bike. Ev rewş stratejiyeka Pkkê ye ku bingeha wê, li ser vir û îftîrayê ye û bi salan li ber Hîzbûllah bi kar aniye.
Em, ne terefdarê pevçûnên Rojavayê ne. Berî niha rêberê Cemaeta me birêz Edîb Gumuş jî beyan kiribû ku Cemaeta Hîzbûllah, tu şerrê ku wê ji xelkê mislumanê Kurd re bizirar be, teswîb nake. Digel vê beyanê jî, li hember Hîzbûllah bizanebûn propaganda tê kirin. Bi vî awayî tê qestkirin ku Hîzbûllah bikin hedef û ji şerê li hemberê wê re, behane û hincetê peyde bikin.
Îdarevanê Cemaeta Hîzbûllah Îsa Bagasî, da zanîn ku Hîzbûllah di hadîseya Batmanê de tune ye, Pkk û Bdp zimanê fîtek bi kar tînin. Îdarevanê Hîzbûllah Îsa Bagasî, li ser hadîseya Batmanê wiha got:
Hîzbûllah di hadîseya ku li Batmanê qewimî de tune ye. Ji bo ku bi hinek hêlan ve neyê kişandin û rageşî zêdetir nebe, Hîzbûllah heta niha, di heqê hadîseyê de xeber neda ye. Huda Par jî bi şîddet bertek û tepkî nîşan dide û dide zanîn ku li dijî wê, hîleyeke qirêj hatiye kirin û dixwaze hadîse bê eşkerekirin.
Ew çax divê her kes li gorî exlaq û isûlê, weha qebûl bike. Heta eger ku hinek hadîseyê li Hîzbûllah yan jî li Huda Parê bar bike û bixwazin meseleyê bi vî şeklî biqedînin jî, ji ber ku Hîzbûllah û Huda Par îddîayan red kirine û helwest û tewra xwe bi vî awayî nîşan dane, divê hadîse weke provokasyoneke qirêj bê qebûlkirin.
Lê ji serê despêka hadîseyê vir ve, ji teref Bdp û Pkkê ve, sûcdarkirina Huda Par û Hîzbûllah, bikaranîna zimanekî sûcker û fîtek ya Bdp û Pkkê manîdar e. Tew daxuyaniya Kckê ya ku bêmesûliyetî û hedef nîşan dide, dawetiyê ji şer re derdixe. Evana tev li ber çavê xelkê diqewimin. Kîjan alî sûcdar e, em dispêrin teqdîra xelkê xwe.
Dem ne dema salên 90î ye. Her tişt eşkere û şeffaf diqewime. Em ê esehiyên hemî hadîseyên diqewimin û yên wê biqewimin, bi xelkê re parve bikin. Bila bê zanîn ku eger pevçûneke ku em dil nakin û li gorî îmkanên xwe em ê nehêlin ku biqewime li me bê barkirin, em ê vêya jî eşkere, bi xelkê xwe re parve bikin.
Îsa Bagasî li ser êrîşên li saziyên Îslamî û teşkîlatên Huda Parê û îhtîmala pevçûna Hîzbûllah û Pkkê jî wiha xeber da.
Em di wê fikrê de ne ku şer feydeyê nade tu alîyan, ew ê şer zirarê bide aliyên şer û xelkê. Ji ber em bi vî awayî li meselê dinêrin, em bi çavê ku dibe provokasyon be li hemî hadîse û şerên ku wê ji pevçûnê re derî vekin dinêrin. Hetta ku ziddê wê neyê ispatkirin, em bi vî şekî dinirxînin.
Lê xuya ye ku rêxistineke dûvê PKKê, êrîşê digrin ser xwe û Pkk û Bdp jî hadîseyê nalomînin. Hetta berevajî vêya, carnan bi awayî ku piştgirî bidin êrîşa wan xeber didin, helwest digrin û gotinên ku şer gûr bike dibêjin.
Helwesta me û nêrîna me ya li hadîseyan wiha ye, lê nêrîn û helwest û tewra aliyê hember tam ziddî vê ye. Heta niha li mislumanên hîzbûllahî û li saziyên Îslamî gelek êrîş hatine kirin û hinek bi şehadetê encam dane. Lê ne Pkk ne jî Bdp, digel tu êrîş û hadîseyê şermezar nekirine, daxuyanî û gotinên ku rê li pêşî bigre û bangî sikûnetê bike jî nekirine.
Ev hemî û cûdatiya helwest û tevgera eşkere ya di navbêna du aliyan de, ji teref xelkê Kurdistanê û hemû rexên din ve tên dîtin û zanîn. Hîzbûllah û saziyên Îslamî yên marûzî êrîşan dibin helwesteke net nîşan didin, ji bo çewtiyek û nexweşiyek neqewime hewla ku ji destê wan tê didin, lê Pkk û Bdp ji sewiya bilind ve, daxuyanî û gotinên ku wê hadîseyê gûr bike û ji pevçûnan re dawetiye derxe dikin. Li hember vê tewra wan ya êrîşkar, divê helwest û tewra me ya erênî, ji alîyê partîyên siyasî, rêxistin û cemiyetên kurd ve bê teqdîrkirin û destekkirin.
Lê mixabin digel di tewr û helwestan de ewqas cûdatîyeke eşkere û net heye jî, hinek aliyên ku li ber kesên êrîşker bertek nîşan nadin û naxwazin tewra Hîzbûllah bibînin hene. Em wan pir qenc dizanin, nas dikin û dibînin.
Îdarevanê Cemaeta Hîzbûllah Îsa Bagasî, li ser rewşa Kurdistanê û pêşeroja herêmê jî wiha xeber da:
Divê Pkk ji hadîseyên borî ders û îbretan derxe. Ceribandina ceribandkirî ne baqilî ye. Pkk di demên borî de di barkirina herba xwe ya îmhakirinê de, bi ser neket û negiha meqseda xwe. Bi gelemperî li hemî sehayên ku pevçûn lê qewimîn, tev bi zirara xelkê encam dan.
Bi vî şeklî dewletê jî, ji bo îmhakirina me, hemî hêza xwe şuxuland.
Beriya sala 2000î, hîleyên qirêj, komplo û senaryoyên bi armanca gûrkirina pevçûnan li aliyekî, di pêvajoya 2000î de, ji bo îmhayê gelek operasyonên berfireh li dar xistin û gelek plan bi pêş xistin. Ji aliyê êş û eziyet û bedelên hatine dayîn ve, netîceyên wan pir giran bû. Lê belê bi alîkariya Xweda û bi bereketa xwîna şehîdan, Hîzbûllah vê pêvajoyê bi serkeftî borand. Hem Pkk hem jî dewlet negihaştin armanca xwe ya îmhakirina Hîzbûllahê.
Eger hinek hê jî di qoncikeke serê xwe de, fikrên wiha xebîs hildigrin, li wan şîreta me ev e: Bila dev ji vê fikra xwe berdin. Bi îzna Xwedê, kesek bi darê zorê, bi zordestiyê û bi lêbarkirina herbê, bi ser neketiye ku vêya pêk bîne û bi ser nakevin jî. Bila her kes vêya bibîne û qebûl bike. Li Kurdistanê di hevkêşeya siyasî û civakî de, ev hêz neyê hesibandin û neyê dîtin, şensa serkeftina tu planî tune ye.
Bi îznîllah em ê vê hêza xwe, di rêya Îslamî de, ji bo hikumdariya heq û edaletê, di xizmeta xelkê xwe yê misluman de, di warê bidestxistina heqên wan yên Îslamî û însanî de bi kar bînin.
Kurdistan bi qasî têra her aliyan bike coğrafyayeke fireh, bi ber û rengîn e. Eger hinek li ser van erdan xewn û xeyalên dîktatoriya tek partiyê dibînin, divê ji xew hişyar bin û li xwe hayî bin. Hemî alî bawerî, fikr û ramanên xwe pêş xelkê dikin. Li gorî asta qebûlkirina xelkê, her kes heqê temsîlkariyê bi dest dixe. Ji ğeyrê vê bi zordestiyan, bi gotin û fikrên pozbilindî, heqê tu kesî tune ku li ser navê xelkê mislumanê kurd xeber bide.
BANGAHEQ