Beyana Îhsanoğlu

Sekreterê giştî yê teşkîlata hevkariya Îslamî Ekmeleddîn Îhsanoğlu, di civîna konseya ewlehiya teşkîlata dewletên yekbûyî de, li ser mesela Sûriyê xeber da.

 Sekreterê giştî yê teşkîlata hevkariya Îslamî Ekmeleddîn Îhsanoğlu, di civîna konseya ewlehiya teşkîlata dewletên yekbûyî de, li ser mesela Sûriyê xeber da.

Îhsanoğlu di civîna ya der barê di herban de parastina sivîlan de peyivî. Îhsanoğlu da zanîn ku, bedelên herî giran yên herban, sivîl didin. Îhsanoğlu li ser wezîfa konseya ewlehiyê sekinî û îfade kir ku, ji bo sekinandina şîddeta Sûriyê, divê konsey dest bi tevgerê bike.

Îhsanoğlu wiha got “Divê konseya ewlehî, di îhlalên hiqûqa navnetewî de, karibe bêferq ji hemî mensûban hîsab bipirse. Lê Îsraîl hiqûqa navnetewî, hiqûqa însanî û heqên însana eşkere îhlal dike, mixabin mîna ji cezayê muaf e, tewr û şola xwe jî didomîne.”

Îhsanoğlu li ser muslumanên Rohînghayê û Qarabaxê yên ku ji erd û araziyên xwe bûne jî xeber da û beyan kir ku, divê ji derdên wan re çare bên dîtin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin