Beyana Rêberê Cemaeta Hîzbûllah

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah mihterem Edîb Gumuş, li ser berxwedana misluman û milletê Misrê xeber da

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah mihterem Edîb Gumuş, li ser berxwedana misluman û milletê Misrê xeber da. Di beyana xwe de da zanîn ku, ligel birayên xwe ne û heta dawiyê destekê didin berxwedana wan.

Edîb Gumuş diyar kir ku, ordiya Misrê û dijminên Îslamê li Misrê, berê sîlehên xwe dane xelkê û bêperwa mislumanan şehîd dikin. Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîb Gumuş wiha îfade kir “Lê belê tiştên diqewimin îşaret dikin ku, li Misrê berxwedana Îslamê hê nû rengê xwe yê heqîqî digre, sef hê nû zelal dibin û berxwedana Îslamî bi bal zafer û serkeftiyê ve dimeşe. Em naxwazin li Misrê tu misluman bibe mehkûm, têkeve zindanan û bibe hedef û amanca gulleyan. Misluman berxwedana li ber zulm û neheqiyê, şertekî îmanê dizanin. Mirina bi îzzet, bi ser heyata di zilletê re digrin. Misluman tu dewra tarîxê de, bi ketina zindanan û bi kuştinan mexlûb nebûne. Di nav pelên tarîxê de mîsalên vêya pir in. 80 sal berxwedan û micadela Îxwan jê re delîlek e. Zîndan, mehkûmiyet û şehadetê misluman tim sax û vejandiye û micadela Îslamî xurtir û bihêztir kiriye. Ji lew li Misrê li ber darbe û hêzên şer, berxwedana millet û mislumanên ezîz ya bi pêşîvantiya Îxwan, me kêfxweş dike, biheyecan dike û hêvîdar dike. Ev serfirazî û serbilindî û berxwedana bi îzzet, ji bo mislumanan, ‘elametê zafereke nêzîk e înşaallah.”  

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah ji bo şehîdên Misrê jî di beyana xwe de wiha huzna xwe anîn ziman “We dersa berxwedan û îzzetê, ji Hasan El Benna, Ebdulqadir Ûdeh, Seyyîd Qûtûb, Xalid Îslambûlî û ji gelek qehremanên ku me navên wan ne hejmartin girtiye. Hûn dizanin ku şehadet lutfeke mezin ya îlahî ye û Xweda dide kesên neqandî. Şehadeta gede, xuşk û birayên me, bi lutf û kerema Xwedê, micadelê zexmtir dike. Em temenî dikin ku qetlîama hatiye kirin, bibe wesîla ketina fîrewn û sîstema wî ya zorbayê û bibe wesîla zafera mislumanan.”

Rêberê Cemaeta Hîzbûllah di dewamiya beyana xwe de wiha got “Îxwan bi zanebûn û dîqet tevgeriya û planên hêzên emperyalîst pûç kirin. Em ji Xweda di serî de ji bo Muhemmed Mûrsî û ji bo hemî birayên me yên di zindanan de sebr û sebatê dixwazin û hêvî dikin ku gavek berê gavekê bigihêjin azadiyê, Serekcimhûrê meşrû û hilbijartî Muhemmed Mûrsî vegere ser wezîfê û xizmeta xwe ya ji bo xelkê Misrê bidomîne. Em dixwazin bê zanîn ku cemaeta Hîzbûllah ligel we birayên xwe ye û heta dawiyê piştevaniya berxwedana we dike. ”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar