Beyanata Ahmet Davutoğlu

Wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu, lı ser agırbest û eskerê wenda yê îsraîlê xeber da û wıha got “eger hûn ê teqîbkerê eskerekî îsraîlê bın, em ê jî bıbın teqîbkerê fılıstînıyên ku hatıne qetılkırın”

Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoğlu, li ser agirbest û eskerê winda yê Îsraîlê xeber da.
Davutoğlu di televîzyona Kanal 24ê de wiha axivî:
“Em ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin ku Îsraîl kampanyeke navneteweyî dimeşîne û dixwaze menfîetên xwe biparêze. Niha ji bo dewama agirbestê dibêje bila esker bê berdan. Hamas jî dibêje em li ser dixebitin, tu agahîya wê bide nîşandan ku esker di destê me de ye tune ye. Li gorî qenaeta me, bila ewilî agirbest pêk bê, paşê ger lêkolînek tê kirin bila bê kirin. Kê îxlal kiriye, çawa îxlal kiriye em bikolin.”
Wezîr Davutoğlu li ser eskerê Îsraîlê jî wiha got: “Eger hûn ê bibin teqîbkerê eskerekî Îsraîlê, em ê jî bibin teqîbkerê Filistîniyên ku hatine qetilkirin.”

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin