Beyanata Hereketa Mustezefan

Hereketa Mustezefan Lî Ser Şewatên Lî Hepsa Beyanat Weşand.

Hereketa Mustezefan, der heqê şewata li hepsan de, beyanatek weşand. Beyanata medyayî, ji teref berdevkê hereketê parêzer M.Huseyîn Yilmaz ve, hat xwendin.

Di beyanatê de, derd û problemên mehkûm û girtiyan, nexasim yên siyasiyan, rewşa hepsên li Tirkiye û polîtîka hikûmetê ya ji bo hepsan hat îfade kirin. Parêzer Huseyîn Yilmaz da zanîn ku li hepsa, derd û daxwaz û problemên mehkûm û girtiyan, nayên guhdarî kirin. Heyata mehkûm û girtiyan, ne ewqas bi qîmet e. Bê xwestina girtiyan, me’mela ğeyrî hiqûqî li wan tê kirin, tên sirgûn kirin. Heps bi ser qapasîta xwe ketine. Di şewatan de, cîddî îhmalên îdara hepsan hene. Çare ne zêdekirina hepsan e. Çare rê girtina li ber çûna hepsê ye. Divê ji mehkûm û girtiyan re ef bê derxistin û di cezayan de daxistin bê kirin. Piştî berdanê, divê mehkûmên siyasî karibin bi legal û teşkîlat xwe îfade bikin.

Her wiha berdevkê hereketa Mustezefan parêzer Huseyîn Yilmaz, da zanîn ku ji bo hepsa Rihayê, heyetekê şandiye. Wê heyet lêkolînên xwe, bi raporek amade bikin û wê vê raporê, bi millet re parve bikin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin