Beyanata Huda Parê

Partiya Doza Azad Huda Par, li ser rojevê beyanatek weşand. Li gor beyanata medyayî, Huda Parê wiha diyar kir “Ji bo sekinandina pevçûnên bi sîleh, teşebbusên tên kirin li gor me musbet in.

Partiya Doza Azad Huda Par, li ser rojevê beyanatek weşand. Li gor beyanata medyayî, Huda Parê wiha diyar kir “Ji bo sekinandina pevçûnên bi sîleh, teşebbusên tên kirin li gor me musbet in. Feqet divê bê zanîn ku, PKK hemî Kurdan temsîl nake. Ji lew divê ji bo menfîetên PKKê, hemî Kurd neyên fedakirin. Em li ber fikreke wiha ne. Derbeya 28ê Sibatê bi ordî, yargî, brokrasî û medyayê li ser Îslam û ehlê Îslam û kesên dîndar, zulm û zorbatî û neheqiyek mezin kiriye. Ji bo ku zihniyeta derbeya 28ê Sibatê bi temamî bê qelandin, divê ji mesûl û berpirsiyarên derbeyê hîsab bên pirsîn, mexdûriyeta mexdûran bên telafîkirin û heq û azadiyên însanî, bi qanûnê têkevin bin temînatê.”

Di dewamiya beyanatê de wiha hat gotin “Îro bi Îmrali re hevdîtin pêk tên. Lê ji bo mesela tesetturê, hê negotine mutabaqata îçtîmaî û meselê taloq dikin. Ev jî nesemîmiyetê nîşan dide. Heta serbestî û azadiya tesetturê bi qanûnê nekeve bin temînatê, wê semîmiyeta hikûmetê eşkere nebe. Banka şîra dê, ji bo emniyeta neslê, tehdîteke cîddî ye. Çi qas hessasiyet nîşan bidin jî, îhtîmala şaşitî, bêdîqetî û ğemsarî zêde ye. Kesên tehemmulî heqê sernixumandina jinan nake, ateîst û sosyalîstên ku li ber baweriya bi Xweda ne, ew ê çawa guhbidin hessasiyetên milletê musluman?”

Dîsa di beyanatê de hat gotin ku, teşkîlata dewletên yekbûyî li ber wehşeta li Bangladeşê bêdeng e. Serekwezîr jî bi gotinên xwe li ber siyonîzmê ye lê, li ber vê wehşeta li Bangladeşê dengê xwe nake. Divê alema Îslamê û saziyên sivîl, li ber vê zulm û wehşetê bêdeng nemînin û bi protestoyan li ber zulmê rabin. Heyeta 8  parlementerên Tirkiyê, bi Qadîrovê zalim û qûqla Rûs re were ba hev, meşrûiyetê dide zulma Qadirov. Divê gavên ku, wê zulm û qetlîamên Qadîrov û Rûs meşrû bikin neyên avêtin.  bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar