Beyanata Huda Parê

Di heqê qetlîama li Misrê û meha Remezanê de, ji merkeza Huda Parê beyanatek hat weşandin.

Di heqê qetlîama li Misrê û meha Remezanê de, ji merkeza Huda Parê beyanatek hat weşandin. Bi beyanê darbeya li Misrê hat telînkirin ku ji bona hedefên rojava û Emrîka yên emperyal, darbe hatiye kirin, mislumanên Misrê jî li ber vê darbeyê sekinîne.

Di beyanê de wiha hat diyarkirin “Li Myanmarê wehşeta Bûdîstan, li Sûriye û Iraqê qetilkirina mislumanan, li Misrê jî dema nimêja sibehê, qetilkirina mislumanan tê kirin û em bi van êş û azaran dikevin meha Remezanê. Em cûntaya Misrê ya ku sîlehan bera xelkê xwe dide telîn dikin. Em şîna birayên xwe misluman yên parçeyeke ummetê Îslamê ya ku ji bo menfîetên emperyal hatine qetilkirin, digirin. Em şîn û teziyetên xwe ji serekcimhûr Mûhammed Mûrsî, Îxwanul Mûslîmîn û xelkê mislumanê Misrê re dişînin. Aşiqên heq û edaletê yên ku meydan dagirtinin, înşallah ew ê bi bereketa Remezanê, şoreşê temam bikin û Ummeta Îslamê dilşad bikin. Em temennî dikin ku meha Remezanê ji wehdet û şiyarbûn û vejîna ummeta Îslamê re bibe wesîle.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin