Li Stenbolê Komela Mensûbên Medyayê ÎSMED-Derê, bi beyanateke medyayî revandina Alî Adiyamanê rojnamegerê Ajansa Îlkeyê şermezar kir.
Komelê da zanîn ku hedîseyên diqewimin, careke din nîşan dide ku netehemmulîya li herêmê ji her meslekê însanan dike hedef.
“Malbata rojnameger jî berî niha ji aliyê Pkkê ve hatibûn derbkirin û li gundê Şaoya Farqînê, bi çavdêriya hedefê rojnameger Alî Adiyaman hatiye revandin. Bûyer endîşe didin. Ğeyrî hiqûqî û ğeyrî însanî girtin û revandina rojnameger û muxabîran, endîşeyê dide û me ğemgîn dike.”
Di dewama beyanatê de weha hat gotin:
“Meslekdaşê me yê ku di binê şertên dijwar ên herêmê de rojnamegerî dikir, nava rojê ji aliyên kesên ku bêperwa hatine gund ve hatiye revandin. Kesên ku bi pêvajoyê re eleqedar dibin, bila vêya ji bîr nekin.”
Çınarın Sesi