Serokê berê yê Koalisyona Hêzên Şoreşger û Mixalifan a Sûriyeyê Mûaz el-Xetîb di heqê hedîseyên li Intabê de xeber da û ğemgîniya xwe anî ziman.
Xetîb bal kişand ser biratiya navbera her du welatan û wiha axivî:
"Tirkiyeyê ne bi çavê penabertiyê, bi çavê mêvantiyê li me mêze kir. Em malavahiya birayên xwe yên Tirkiyê dikin ku em hewandin mala xwe û nanê xwe bi me re parve kirin. Ji bo ku em li Tirkiyê bi hizûr bijîn, divê em li gorî qanûnan tevbigerin û hurmetê nîşanî kevneşopiyan bidin."
Muaz el-Xetîb bi bîr xist ku hin caran bûyerên ku tewsîb nakin derdikevin holê û wiha pê de çû: "Divê ev hedîse neyên mezinkirin. Rehma Xwedê li birayê me Hidir Çalar be û Xweda sebrê bide malbat û eqrebeyên wî. Dibe ku hin Sûriyeyî tiştên ğelet bikin, lê belê meriv nikarê bêje ku hemû kes wisan in. Divê em pirsgirêkên di navbera xwe de bi aqlê selîm çareser bikin.”
Çınarın Sesi